Li Bedlîs û Dersimê li ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku gerîlayan li Bedlîs û Dersimê li ‘Yekîneyên Veşartî’ yên artêşa Tirk ku derketibûn operasyonê dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li Bedlîs û Dersimê de gelek leşker hatine kuştin.

HPG’ê nasnameya gerîlayekî ku li Erzînganê jî jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.

Daxuyaniya HPG’ê ya ku li ser malpera xwe ya fermî belavkirî wiha ye:

LI BEDLÎSÊ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ HATIN KONTROLKIRIN Û LÊXISTIN

“Hêzên me di 6’ê Hezîranê de yekîneya veşartî ya artêşa Tirk a dagirker ya li Geliyê Şehîd Adil a qada Mergalo ya herêma Şêx Cûma ya Bedlîsê xist bin kontrola xwe. Hêzên me ev yekîne şopand û di saet 13.00’an de li yekîneyê da. Di çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê qereqolên artêşa Tirk a dagirker ên li herêmê bi obus û hawanan li qada çalakiyê û derdora wê da.

Di 5’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li gundên Maxare û Qardoganê yên Erdîşê yên bi ser Wanê operasyonek da destpêkirin. Leşkerên dijmin girtine ser gundê Qardoganê, gundiyên li vê derê tehdît kirine û hin gundî girtine. Di heman demê de balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên kobrayê li ser zozanên derdora gund geriyane. Operasyon di 6’ê Hezîranê di saet 09.00’an de bi awayekî bêencam paş ve kişyaye û li eraziyê yekîneyên xwe yên nepen hişine.

LI DERSIMÊ LI ‘YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ’ HATE XISTIN

Di 5’ê Hezîranê di saet 18.00’an de li derdora Degîrmendere ya Nazimiyeyê ya bi ser Dersimê komek gerîlayên me rastî leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatine. Piştî şer artêşa Tirk bi helîkopteran xwe bera Dizik û Hakisê dane û helîkopteran bomber bi ser qadê barandine. Li qadê yekîneyên veşartî hene û operasyon didome.

Hêzên me di 7’ê Hezîranê di saet 04.00’an de li bintarên Şehît Amed a Pilûmûrê ya Dersimê li dijî leşkerên dagirker ên artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin û bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê dûr xistine.

Dîsa heman rojê piştî ku hêzên me li derdorî Şehîd Omedya yekîneyekî veşartî ya artêşa Tirk şopand û şûnde, saet 14:15’an çalakiyek li dijî wan lidar xistine. Hêzên me yên ku ji nêz ve bi awayekî xurt li çeper û yekîneya dijmin xistin, di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên tîpa Kobra herêm bomber kir û bi helîkopterên bi tîpa Skorsky jî kuştî û birîndarên xwe ji qadê derxistin.

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYA GERÎLAYÊ KU LI ERZÎNGANÊ JIYANA XWE JI DEST DABÛ

5’ê Hezîranê me di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku 4’ê Hezîranê saet 02:30’an, li derdorî Geliyê Olûk ê girêdayî navçeya Kemah a Erzînganê hêzên me û leşkerên artêşa Tirk rastî hev hatibûn û şer rûdabûn. Di vî şerî de hevrêyekî me şehîd bibû.

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest dabû wiha ye:

Navsnav: Rêzan Rojhat Serhildan

Nav û Paşnav: Zîlan Eye

Cihê Jidayikbûnê: Edene

Navê Dayikê-Bav: Azîme- Sulhatîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Erzîngan/ 4’ê Hezîrana 2017