Li Bazîdê leşkerên çûyîn nêçîrê bûn nêçîra gerîla

Gerîlayên HPG’ê li leşkerên ku li navçeya Bazîd a Agiriyê, li herêma Gurbûlak û Kirê Hellac ketî kemînê dan û leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku ev demeke yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên veşartî li navçeya Bazîd a Agiriyê, li herêma Gurbûlak û Kirê Helac li bejahiyê kemînê datînin.

HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla, 13’ê Kanûna 2018’an derdora saet 22:00’î di dorhêla Pêngava Şoreşgerî ya Serkeftinê ku li Eyaleta Serhedê didome de leşkerên artêşa Tirk xistin bin kontrola xwe û çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn. HPG’ê ragihand di çalakiyê de leşkereî Tirk hatiye kuştin.

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî agahî da. HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Zapê barandine. HPG’ê diyar kir ku  saet 09:30’an de herêma Karker, saet 15:30’an herêma Saca, saet 16:00-17:30’an  herêma Sida, Geliyê Balinda, Kunişka, Cîloya Biçûk û Şehîd Adil hatine bombekirin.

HPG’ê diyar kir ku di  encama bombebaranê de bax û zeviyên gundiwan hilweşiyane û zerera madî pêk hatiye.