Li Bazîdê çalakiyên sûîqestê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên sûîqestê yên li navçeya Bazîd a Agiriyê hatin kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;

"18'ê Kanûnê saet di 17:00 de, hêzên gerîla di çarçoveya 'Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş' de, li dijî hêzên dagirker ên li qereqola Serêkanî ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî ji qereqolê derxistin û bi çekên giran li derdorê reşandin.

17'ê Kanûnê saet di 12:00 de hêzên gerîla li dijî qereola Tepê Yekmal a li navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin ên li qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat tespîtkirin."