Li Başûrê Kurdistanê zextên li ser rojnamegeran zêde bû

Hate diyarkirin ku di sala 2020’an de li Başûrê Kurdistanê zextên li ser rojnamegeran zêde bûye.

Li gorî rapora salane ya Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran a Metroyê di sala 2020’an  de li Başûrê Kurdistanê li dijî rojnamegerên Başûrê Kurdistanê 385 êrîş, zext û binpêkirinê mafên mirovan pêk hatiye.

Di raporê de hate diyarkirin ku 163 caran peywira rojnamegeran hatiye astengkirin, 74 girtin, 40 heqaret û gef hatiye kirin, materyalên 42 rojnamegeran hatiye desteserkirin.

Di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2020’an de çar saziyên çapemeniyê ji aliyê rayedaran ve hatiye girtin.

Di raporê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku zextên li ser rojnamegeran li gorî par zêde bûye û qanûnên ji bo rojnamegeran jî nayên bicihanîn.