Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê destpê kir

Li Iraqê ku xebatên ji bo avakirina hikûmeteke nû didomin, Herêma Kurdistan a Federal xwe ji bo hilbijartinan amade dike. Propagandaya hilbijartinê dest pê kir lê di mijara ‘lîstikeke adîlane’ de fikar hene.

Hilbijartinên parlamentoya xwecihî wê 30’ê Îlonê pêk were. Di hilbijartinan de wê ji 29 lîsteyan 773 namzet ji bo 111 kursiyan têbikoşin.

Desteya Hilbijartina Bilind a Xweser ya Kurdistanê ragihand ku ji îro pêve hemû partî dikarin dest bi xebatên propagandaya hilbijartinê bikin.

Gelek partî û rêxistinên siyasî daxwaz kirin ku hilbijartin ji bo dema pêş bê taloq kirin. Desteya Hilbijartinê ji derveyî komên boykotê ji bo hemû derdorên din ragihand ku wê roja 11’ê Îlonê propagandaya hilbijartinê dest pê bike.

PÊVAJOYA HILBIJARTINÊ WÊ ADÎLANE BE?

Ji ber hîle û zextên di hilbijartinên berê de, têkildarî vê hilbijartinê jî fikarên cidî hene.

Daxwaza beşdarbûna Tevgera Azadî ji bo hilbijartinan di serê meha Tîrmehê de hatibû redkirin û ev jî bû sedema fikaran.

Dadgehê tevlîbûna 38 partiyên siyasî ji bo hilbijartinê qebûl kirîbû. Hinek partî wê weke koalîsyonê beşdarî hilbijartinê bibin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdûllah di meha Tîrmehê de di mulakatekê de wiha gotibû; “PDK beşdarbûna me ya hilbijartinê asteng dike. Serokê komîsyonê, serokê desteya edaletê, wezîrê navxwe hemû PDK’yî ne. Biryar jî ji aliyê vana ve hatiye stendin.”