Li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk pêngavek dest pê dike

Eniya Gel a Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê biryar da ku li dijî dagirkeriya Tirk dest bi pêngavekê bike.

Nerazîbûna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û baregehên leşkerî wan ên li Başûrê Kurdistanê mezin dibe.

Eniya Gel a Demokratîk ku ji aliyê komek ji rewşenbîr, nûnerên civaka sivîl û siyasî ve hatiye avakirin, li dijî dagirkeriya Tirk dest bi pêngavekê dike.

Li gorî agahiyan, pêngava li dijî dagirkeriyuê wê roja Sêşemê li Silêmaniyeyê li Parka Azadî saet di 17:00 de bi şiyara "Em dagirkeriyê têk bibin, Kurdistanê biparêzin" bê ragihandin.

Nivîskar Hesen Cûdî li ser pêngavê ji RojNewsê re axivî û got, "Ev pêngav hem li dijî dagirkeriya dewleta Tirk e hem jî rabûna li ber êriş û gefên li ser destketiyên gelê me yê li Başûrê Kurdistanê ye."

Hesen Cûdî got, "Me li ser kar û çalakiyên pêngavê plansaziyek amade kir. Li gorî vê yekê, çi boykot be, çi jî bi çalakiyên girseyî em ê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin."

Hesen Cûdî bang li rewşenbîr, ciwanên Kurd û şêniyên Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir, "Bi wezîfeya xwe ya welatparêziyê em rabin ser piyan. Em li ber gef û dagirkeriya li ser destketiyên Başûrê Kurdistanê rabin."