Li Başûrê Kurdistanê ji bo Ocalan aktivîteya girseyî
Gelê Başûrê Kurdistanê 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aktivîteyekî girseyî pîroz kirin.
Gelê Başûrê Kurdistanê 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi aktivîteyekî girseyî pîroz kirin.
Bi sedan welatiyên Başûrê Kurdistanê li herêma Banêkul a girêdayî navçeya Silêmanî Ranya yê, 68. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Aktivîteya ku bi pêşêngtiya Tevgera Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) ve hatî oraganîzekirin ji Silêmaniyê jî bi sedan welatî tevlî beşdar bûn.
Aktivîte bi deqeyek rêzgirtîn ji bo cangoriyên di Tekoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn ve destpêkir. Piştre peyama RJAK'ê ji aliyê Haje Xidir ve hat xwendin.
'EM Ê RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN'
Di peyama RJAK'ê de wiha tê gotin: "Rojbûna Rêbertiya me di heman demê de, rojbûna me hemûyan, ya hemû jinan û rojbûna hemû gelê Kurd yê azade. Rêber Apo ev 18 sal e li Îmralî tecrîda girankirî li ser tê kirin. Tecrîda ku li ser Rêbertiyê tê kirin, tecrîdeke ku li ser hemû gelê Kurd û jinane. Bi sîstema êşkenceya li Îmraliyê re ne Rêberê me ne ji îradeya gelê me teslîm girtin. Em bi Rêbertiyê re jidayikbûn, em ê bi Rêbertiyê re ji azad bibin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:"Heta em Rêbertiya xwe azad nekin wê tekoşîna me berdewam be. Tekoşînna gelê Kurd a ji bo azadiyê, bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurdistan û Ocalan de her roja diçe xurtir dibe. Ev tekoşîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navin û ji bo jiyana azad, wekhev a bihevre ku çawe ava bike psûleyeke.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser îradeya jinên Kurd ya ku di 8 û 2'ê Adarê de.
Di aktivîteyê de Tevgegera Azadî bi peyamekê rojbûna Ocalan pîroz kir. Aktivîte bi xwendina helbestên ku ji bo Ocalan hatî nivîsandin, stran û govendê berdewam kir.
Di aktivîteyê de bê navber dirûşmeyên 'Bijî Serok ApO' hat gotin.
Di heman demê de jî li bajarokê Kelar yê girêdayî herêma Germiyanê û li navçeya Helepce Şarezûrê 68.Rojbûna Ocalan bi aktivîteyan hat pîroz kirin.