Li Başûr çi pêk tê?

Parlementoya Başûrê Kurdistanê ew ê sibê bicive. Ew ê îro heyeteke li ser navê PDK’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re bicive. Wê sibê jî parlemento bicive. Di van civînan de wê zelalbûnek derkeve holê.

Parlementoya Başûrê Kurdistanê wê sibê bicive. Rojeva parlementoyê wê hikumeta nû û Serokatiya Herêmê be.

Li Başûrê Kurdistanê di 18’ê Sibatê de ji ber ku PDK bi Goranê re peymanek çêkiribû, YNK tevlî civîna parlementoya Başûrê nebûbû.

GELÊ BAŞÛR NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN DIDE

Gelên Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke mezin nîşanî peymana di navbera PDK û Goranê da. Goranê ji endamên xwe re diyar kir ji bo ku ew di rêveberiya hikumeta herêmî de cih bigirin, ew tevlî van civînan bûne. Lê dîsa jî gelên Başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe ya li hemberî Goranê domand. Ev peyman di 17’ê Sibatê de hate kirin. Yek ji sedema nerazîbûnan jî ev e ku di 17’ê Sibata 2011’an de gelê Başûrê Kurdistanê ji bo protestokirina PDK û rêveberiya wê li Silêmaniyê daketibûn qadan û Nûneriya PDK’ê ya li Silêmaniyê dabûn ber keviran û asayîşê gule li gel reşandibû. Di vê êrîşa hêzên ewlekariyê de gelek xwepêşander hatibûn qetilkirin. Yên ku hatibûn qetilkirin jî alîgirên Goranê bûn. Piştre li Hewlêrê avahiya Goranê hate şewitandin. Ji ber ku Goranê di salvegera bûyereke wisa de peymanek îmze kiribû, endamên wê nerazîbûn nîşan dan.

DI PEYMANA PDK Û GORANÊ DE ÇI HEBÛ?

Peymana di navbera PDK û Goranê de ji aliyê rêveberê PDK’ê Dr. Roj Nûrî Şaweys û Berpirsê Muzakereyan ê Goranê Celal Cevher li Selahattînê hatibû îmzekirin. Li gorî Goranê, di vê peymana ji bo 4salan de, Alîkariya Serokatiya Herêmê, wezaret û asayîş jî di nav de wê 48 peywiran bidin wan. Li gorî medyaya PDK’ê jî peyman li ser 30 xalan e, 18 xal ser hevkariya beşdariya hikumeta Herêma Kurdistanê ye û 12 xal jî derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê ye. Li gorî vê peymanê hate îddîakirin ku 8 berpirsyarên di Meclîsa Asayîşê ya Herêma Kurdistanê de wê radestî Goranê were kirin.

Rayedarekî Goranê yê ku nexwest navê wî were dayîn, piştî peymanê gotibû ku, “Ji ber ku gelek daxwazên me bi cih hatin, em kêfxweş in. PDK bi erênî nêzî vê fikrê dibe ku 12 ji sedê berpirsyariyan ên Goranê be.”

Li gorî rayedarên PDK’ê Alîkariya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Wezareta Maliyeyê, Wezareta Avadaniyê, Wezareta Xebat û Karên Civakî, Sekreteriya Giştî ya Pêşmergeyan, Alîkariya Serokwezîriya ji Reforman Berpirsyar wê bidin Goranê. Di heman demê de wê Goran endamek û 7 rayedaran bişîne ji Musteşariya Konseya Ewlekariyê û 3 nûneran bişîne Buroya Karên Derve re.

ALOZIYA DI PEYMANÊ DE

PDK di rojên dawîn de beşeke peymanê înkar kir. Yek ji tişta ku PDK înkar dike jî Alîkariya Serokatiya Herêmê ye. Tê diyarkirin ku vê peymana di navbera PDK û Goranê de ya ji bo 4 salan, alozî tê çêbûye. Li gorî rewşenbîr, pisporên siyasetê yên Başûrê Kurdistanê, PDK bi peymanan re him dixwaze Goranê bixapîne him jî YNK’ê.

PDK’ê bi înkarkirina peymana bi Goranê re dixwaze YNK’ê nerm bike. Lê YNK jî asta daxwazên xwe zêde kir. YNK niha jî qala Serokatiya Herêmê dike. Rayedarên YNK’ê diyar dikin heke Serokatiya Herêmê nedin wan divê teqez alîkariya Serokatiya Herêmê bidin wan.

YNK’ê diyar kir ku ew ê sibê tevlî civîna Parlementoyê nebe û li gorî texmînan ew ê PDK’ê jî peymana bi Goranê re, têkiliyên Bexda û Hewlêrê û hilbijartina waliyê Kerkûkê bîne rojevê. Tê zanîn ku dema YNK tevlî wê civînê nebe, di van rojevan de ew ê tu carî çareserî pêk neyê. Ew ê îro heyeteke li ser navê PDK’ê li Silêmaniyê bi YNK’ê re bicive. Wê sibê jî parlemento bicive. Di van civînan de wê zelalbûnek derkeve holê.