Li Başûr bazara 25'ê Îlonê didome

Li Başûrê Kurdistanê ji bo taloqkirina referandûmê bazar didomin. Nêçîrvan Barzanî got, ‘’referandûm ne ji bo diyarkirina sînoran e’ û Kosret Resûl ê YNK’yî jî got, heke mîsogeriyê bidin dikarin referandûmê taloq bikin.

Li Başûrê Kurdistanê ji 25’ê Îlonê re rojên jimarî man. Ber bi 25’ê mehê ve ku tê payin referandûm pêk were, danûstandin zêdetir bûn. Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî şevê dî piştî rûniştina bi Wezîrê Berevaniyê yên Ingilistanê Mîchell Fallon re ‘ji bo referandûm taloq bibe mîsogeriya navdewletî’ xwest, piştre jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ew, ‘referandûmê   ji bo muzakereyan bi Iraqê re bidomînin dixwazin pêk bînin’.

BARZANÎ: REFERANDÛM SÎNORAN DIYAR NAKE

Nêçîrvan Barzanî ji Rûssîa Todayê re axivî û got: ‘’Heta vê kêliyê ji bo taloqkirina referandûmê ti biryar nehatiye standin’ û bi domdarî got: ‘’Heke em 25’ê mehê referandûmê bikin, ev nayê wê maneyê ku roja ditir em ê serxwebûnê ragihînin. Piştre bi Bexdayê re em ê bidin û bistînin. (..) A rast di pêvajoya referandûmê de û piştî wê, bi Bexdayê re em ê danûstandinên cidî bikin. (…) Referandûm sînorên Kurdistanê diyar nake. Ev tenê ji bo ku bi Bexdayê re hevdîtinên cidî bibin dikare deriyekî veke.’’

KOSRET RESÛL: HEKE MÎSOGERIYÊ BIDIN EM DIKARIN TALOQ BIKIN

Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl Elî li Kerkûkê di konferansekê de axivî û got, heke alternatîveke pê ewle bidine wan ew dikarin referandûmê taloq bikin. Resûl got: ‘’Heke alternatîfeke pê ewle bidin em hazir in ku referandûmê taloq bikin. Lê ew alternatîf divê bi çavdêriya civaka navdewletî be.’’

ÇAVÛŞOGLÛ: EM DIKARIN BIBIN GARANTOR!

Rewş li Başûr wiha ye, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu şevê dî li New Yorkê bi Berpirsê Karê Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mustafa re rûniştin, piştî rûniştinê ji Al-Monîtorê re axivî û got, ew dikarin di navbeyna Bexda û Hewlêrê de ‘bibin navbeynkar û garantor’. Çavûşoglû ji referandûmê re gotin ‘şaşîtiyeke mezin’ û got, ‘’Em dikarin di navbeyna Bexda û Hewlêrê de biçin û bên. Em dikarin bibin garantore wan jî.’’ Balkêş e ku piştî Çavûşoglu bi Mustafa re axivî, bir ola ‘garantoriyê’ rabû.

REDEK Û BOYKOTEK

Li hêla dî jî Encûmeniyê Bajêr ê Kerkûkê, biryara Parlamentoya Iraqê ya li ser Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm, ku ew ji peywirê girtibûn red kir. Her wiha parlamenterên Kurd ên di parlamentoya Iraqê de rûniştina îro boykot kirin. Partiyên Kurd diyar kirin ku heta 25’ê mehê ew tevlî parlamentoyê nabin.