Li Barzan û Çelê çalakiyên gerîlayên HPG’ê

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çeperek rûxand, li Barzanê jî 2 leşker hatin kuştin. Nasnameya gerîlayêkî HPG’ê li bejahiya Amedê di şer de şehîd bûbû hate eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalkiyên gerîla yên li Barzan û Çelê daxuayniyeke nivîskî weşand. HPG'ê nasnameya gerîlayekî ku li bejahiya Amedê şehîd bûbû jî eşkere kir.

LI ÇELÊ 2 ÇEPER HATIN RÛXANDIN

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me 10’ê Tebaxê saet 09.50’î li Colemêrg Çelê, li girê Xeregolê çalakiyek dijî artêşa TC’ê ya dagirker kirin. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li kozik û stareyên dijmin hatin xistin. Diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuşti nû çend birîndar bûne.

LI BARZANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Heman rojê saet 20.20’an hêzên me bi çarçoweya pêngava şoreşger li herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê li girê Bayrakê dagirker kirin hedefa çalakiya xwe. Di vê çalakiyê de derbeke serkeftî li leşkerên dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistin.

LI PASÛRÊ OPERASYON

8’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li Amed’ê di navbeyna Pasûrê û qada Başûrê Mûşê de operasyon da destpêkirin. Operasyona ku bi amûra hewayî ya bê mirov dest pê kirî hê jî didome.

LI AMEDÊ GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 29’ê Tîrmehê me gotibû 21’ê Tîrmehê li Amed Licê li nêzî gundê Kijilnizê hêzên me yên gerîla cihekî kontrolê yê dijmin kirine hedefa, çalakiyek li dar xistine û di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin, di şer de hevalê me Aram birîndar bûye û ji bo ku bi saxî nekeve dest dijmin bombe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye. Hevalê me Aram-Osman Gulen ku çapameniya dijmin got, şehîd bûye, şehîd nebûye, di vî şerî de hevalê me yê Aram ku şehîd bûyî, Murat Çîftçî ye.

Nasnav: Aram Amargî
Nav û Paşnav: Mûrat Çîftçî
Cihê Dayikbûnê: Colemêrg
Nave Dayik - Bav: Sabriye - Nasr
Cih û Demê Şehadetê: Amed / 21’ê Tîrmeha 2018’an

Aram – Murat Çiftçî

Hevalê me Aram Amargî li Colemêrg Çelê jidayik bûye. Hevalê me Aram ku bûye şahide şerê li Kurdistanê û mezin bûyî, dema ku zanîngeh dixwend nakokiyên pergal û dijmin ji nêz ve hîs kiriye û biryara xwe li ser tevlêbûna nav Têkoşîna Azadiya Kurd daye. Hevalê me Aram ku 2012’an tevlî nav gerîlayan bûyî, her demê dilnizm bûye. Hevalê me Aram bi daxwaz û coşiyekê tevlî nav hemû xebatan bûye, çûye eyaleta Amedê ku şer lê pir dijwar e û heta ku li vir maye bi fedaî tevgeriyaye. Heta ku şehîd bûyî jî hevalê me Aram bûye milîtanekî dilsozê Rêber Apo, bi helwesta xwe ya fedaî ji bo azadiya xwe heta bi guleya dawî şer kiriye.

Ji bo şehîdbûna hevalê me Aram di serî de malbata Çîftçî em dibêjin bila serê gelê me yê welatparêz saxbe û em careke dî sond dixwin, heta ku em bigihin îdeala şehîdên xwe rêbertiya Azad û Kurdistana Azade em ê têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin."