Li Bakurê Sûriyeyê û Rojava Newroz hate pîrozkirin

Li Bakurê Sûriyeyê û Rojava aktivîteyên Newroz bi coş hate pîrozkirin.

HESEKÊ

Pîrozbahiya li Hesekê bi beşdariya 10 hezar kesî ve pêk hat. Pîrozbahî, bi axaftin peyamên pîrozbahiyê û komên cuda yên derketin ser dikê dewam kir. Cejna Newrozê ya Hesekê bi coş û gerandina govendê ve bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi beşdariya bi hezaran welatiyên ji Dirbêjiyê û bajarokê Zirgan, pîrozbahiya Newrozê ya ku li gundê Kepez ê Dirbêsiyê hate lidarxisin ve bi dawî bû. Di pîrozbahiya hunermedên herêmî beşdar bûn de, piştî axaftin û aktivîteyan, pîrozbahî bi silavkirina berxwedêrên li Reqa, Şengal û Bakurê Kurdistanê ve û gerandina govendê bi dawî bû.

TIL TEMIR

Pîrozbahiya ku bi beşdariya hezaran kesî hate lidarxistin. Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde koma muzîkê ya Hesekê û Til Temirê derketin ser dikê û pîrozbahî dewam dike.

 Gel bi dirûşim û gerandina govendê ve dawî li pîrozbahiyê anî.

DÊRIK

Li Dêrikê bi beşdariya bi hezaran kesî Pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû. Di pîrozbahiya ku axaftin hatin kirin de, gelek kom derketin ser dikê û saetên kêfxweş hatin borandin.

Di axaftinên hatin kirin de Newroz gelên Rojhilata Navîn hatin pîrozkirin. Gelê ku beşdarî pîrozbahiyan bûn bi dirûşmên bê navber berxwedêrên Reqa, Şengal û Bakur silav kirin.

GIRKÊ LEGÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li Girkê Legê bi beşdariya hezaran kesî hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de li ser nav TEV-DEM û Rêveberiya Xweser axaftin hatin kirin. Li gel axaftinan komên cuda cuda derketin ser dikê û li gel helbestan govend hate gerandin.

Piştî pîrozbahiyan ji bo şervanên azadiyê dirûşmê hatin qîrikirin.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya hezaran kesî bi gerandin govend û dirûşman ve bi dawî bû.

EFRÎN

Li Kantona Efrînê jî Newroz hate pîrozkirin û di pîrozbahiyê de axaftin û peyam hatin xwendin, piştre jî komên muzîkê derketin ser dikê.

Gel li ber sitranên koma muzikê ya Arî govend gerandin û bi dirûşman dawî li pîrozbahiyê anîn.