Li bajarokê Mexmûrê şer diqewime
Di navbera hêzên Pêşmegre û artêşa Iraqê de li navenda bajarokê Mexmûrê şerekî dijwar diqewime.
Di navbera hêzên Pêşmegre û artêşa Iraqê de li navenda bajarokê Mexmûrê şerekî dijwar diqewime.
Li bajarokê Mexmûrê yê ser bi Mûsilê, ku piştî Kerkûkê kete bin kontrola hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, şerekî dijwar diqewime.
Di destpêkê de hêzên Pêşmegeyan û artêşa Iraqê top li hev barandin û piştre bi çekên ferdî şer dest pê kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, şer bi giranî li derdora Şaredariya Mexmûrê diqewime û karwanek ji Pêşmergeyan ji Hewlêrê berê xwe daye mexmûrê.
Piştî ku bajarokê Mexmûrê kete destê hêzên artêşa Iraqê, gelek ji şêniyên bajarok xwe li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) girtibûn.