Li bajarê Tebqayê 10 çeteyên din hatin kuştin
Li bajarê Tebqayê, di nava şervanên QSD'e û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de zêdeyî 10 çete hatin kuştin.
Li bajarê Tebqayê, di nava şervanên QSD'e û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de zêdeyî 10 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê de ketin nava bajarê Tebqayê, her bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî şervanên QSD'ê yên li taxa Skenderiyeyê kirin. Şervanên QSD'ê li vê derê derbeke giran li çeteyan xistin.
Şerê li vir heta ber destê sibehê dewam kir û zêdeyî 10 çete hatin kuştin. 9 ji cenazeyên çeteyan li naverastê man. Şervanên QSD'ê her wiha dest danîn ser doçkayek 12,5 mm, 3 kalaşnîkov, 3 rext, bêtêl û cebilxaneya çeteyan.
Şervanên QSD'ê li axa Skenderiyeyê bi 30 metreyên din bi pêş ve çûn û avahiyeke stratejîk a li vê derê bi dest xistin. Şerê li vê taxê dewam dike.
Wekî din, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev hewl dan bikevin nava gundê Safsafahê. Şervanên QSD'ê bi çeteyan hesiyan û li ser vê yekê şer derket. Di şer de çeteyek hate kuştin.
Li derdora gundê Îbadê jî şer dewam dike.