Li şûna endamên meclîsa şaredariya Baglarê yên HDP'î qeyûm tayîn kirin

Li Şaredariya Baglarê ya desteserkirî, li şûna 3 endamên HDP'î yên meclîsê qeyûm hatin tayînkirin.

Walîtiya Amed li şûna Zekî Kanay, Ramazan Ozçelîk û Nûrsel Ornek ên HDP'î ku ji bo endametiya Meclîsa Şaredariya Baglarê hatibûn hilbijartin qeyûm tayîn kir.

Beriya niha li şûna endamên HDP'ê yên meclîsa şaredariyê Nûrettîn Bakan, Halîme Bayram, Husnu Aslan, Mehmet Akdogan, Panayir Çelîk û Naşîde Bûlûttekîn Can jî qeyûm hatibû tayînkirin.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de HDP'ê 30 ji 37 endamên meclîsa şaredariyê ya Baglarê qezenç kiribû.

Lê belê bi desteserkirin û tayînkirina qeyûman re hejmara HDP'iyan daxist 21 kesî.