Li Avkevirê 4 kes hatin girtin

Çar kesên vê sibê li Avkevirê hatibûn destgîrkirin ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Ahmet Kaya, Îlhan Bûdak, Mûsa Taşdemîr û Berhem Işik ên vê sibê di serdegirtinên polîsan ên li navçeya Avkevir a Agiriyê de hatibûn destgîrkirin piştî karûbarên wan ên li Midûryeta Emniyetê ya Bajar sewqî edliyeyê hatin kirin.

Her çar kesên îfadeya wan hate girtin li dozgeriyê bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ sewqî Dadgeha Lêpirsîn a Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgehê biryara girtina her çar kesan da û şandin Girtîgeha Agiriyê.