Li Avaşînê şerekî di zik hev de didome

HPG'ê ragihande li qada Avaşînê ya Qadên Parastinên Medyayê di navbeyna gerîlayên HPG/YJA Starê û dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran ê di zikhev de didome.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Li Herêma Avaşînê;

Artêşa TC'ê ya dagirker 23'yê Cotmehê li herêma Avaşînê li qadên Stûnê, Gundê Çiyê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Firatt û Girê Şehîd Elî operasyoneke dagirker daye destpêkirin. 25'ê Cotmehê derengiya şevê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Girê Şehîd Dîren piştî ku leşker danîn, bi teqemeniyan bombe kiriye.


27'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker qada Girê Şehîd Dîren 10 caran bi teqemeniyan bombe kiriye. 28'ê Cotmehê dagirkeran dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên me bi taktîka sabotajê li wan dane. Di çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin.

27'ê Cotmehê saet 16:08'an Qada Berxwedanê ya Girê Qertel bombe kirine.

29'ê Cotmehê artêşa TC'ê ya dagirker li qada Basta û Stûnê operasyoneke dagirker daye destpêkirin.

Li dijî vê operasyona dagirker ku artêşa TC'ê dayî destpêkirin hêzên me bi giyanekî qeyîm ê Apoyî li ber xwe didin. Di navbeyna dagirker û hêzên me de di zik hev de şer didome.''