Li Avaşînê operasyona Şoreşger: 8 dagirker hatin cezakrin, 3 mewzî hatin rûxandin

HPG'ê diyar kir di operasyona şoreşger de ku bi rihê Fermandar Mahsûm Korkmaz hatî kirin 8 dagirker hatine cezakirin, 3 mewzî hatine rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyan û êrîşên dagirker daxuyanî da.

HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

2'yê Tebaxê saet 09:45'an hêzên me piştî ku dagirkerên li Tengava Şehîd Canşêr a qada Werxelê kirin bin kontrola xwe ji çar aliyan ve operasyoneke şoreşger a bi koordîne pêk anîne. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 5 dagirker lê bûn kirine hedef û lê dane. Mewziya ku ketî hedefê hatiye rûxandin, 3 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne. Baskê duyan ê çalakiyê mewziya ku 3 dagirker lê bûn kirine hdef û derb lê dane. Bi vê lêdanê re mewzî hatiye rûxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Mewziya ku eynî baskê çalakiyê kirî hedefa xwe û 2 dagirker tê de bûn derb lê hatiye xistin, 2 dagirkerên li nav hatine cezakirin û mewzî hatiye rûxandin .Baskên sê û çaran ên çalakiyê jî dagirkerên ku li qada daristanî xwe veşartin kirine bin kontrola xwe û dema ku xwestine mudaxile li çalakiyê bikin ji nêz ve derb li wan hatiye xistin. Li vir windahiyên dagirkeran zelal nebûye.

Piştî çalakiyê dagirker saet di navbeyna 00:00-00:40'î de windayên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirine.

Di operasyona şoreşger de ku gerîlayên me bi rihê Fermandar Mahsûm Korkmaz pêk anî 8 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker birîndar bûne û 2 mewzî hatine rûxandin. Di vê operasyona şoreşgerî de ku Gerîlayên Serfiraziyê yên Kurdistanê derba giran li dewleta TC'ê ya dagirker dane ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê, Cejna Vejîna Netewî ya gelê me hatiye kirin.

2'yê Tebaxê saet di navbeyna 22:30 û 23:00'an de li herêma Metîna li xeta Qaşûra tevgera helîkoptêran çêbûye. Derdora gundên Kêste û Hirorê yên bi ser Kanî Masiyê ya Amediyê ve bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

3'yê Tebaxê saet di navbeyna 06:00-06:45'an de herêma Zapê qada Çemço gundê Rênçbiraxa ji qerqolên ser xeta sînor bi obûsan hatiye bombekirin. 3'yê Tebaxê saet di navbeyna 10:00-10:30'an de qadên Çemço, Sîda û Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrîşan de ti ziyan nehatiye ser hêzên me.''