Li avahiya HDP û DBP'ê 'cîhazên guhdarîkirinê' hatin dîtin

Li navçeya Elbakê ya Wanê, cîhazên guhdarîkirinê li avahiya HDP û DBP'ê hatin dîtin.

Li avahiyeke navçeya Elbak a Wanê, ku ji aliyê rêxistinên HDP û DBP'ê ve tê bikaranîn, cîhazên guhdarîkirinê hatin dîtin.

Polîsên Tirk par du caran avêtibûn ser vê avahiyê. Di hundirê prîzên vê avahiyê de cîhazên guhdarîkirinê hatin dîtin. Yek ji van cîhazan li odeya Serokatiya Navçeyê, ya din jî li salona civînê hatibûn bicihkirin. Di dema barkirinê de ev her du cîhaz bi tesadufî ahtin dîtin.

Rêveberên HDP û DBP'ê der barê mijarê de gotin, ji ber ku bi rengekî ne qanûnî li wan hatiye guhdarîkirin ew ê mijarê bibin ber destê dadgeriyê.