Li Amedê welatiyekî agir berda bedena xwe
Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitand. Ciwanê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî xwe şewitand. Ciwanê ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê ya Amedê ciwanekî temenê wî li dor 25 salan û navê wî nehat hînkirin, agir berda bedena xwe. Piştî kesên li derdorê haya komên tenduristiyê pê xistin, tenduristkar hatin cihê bûyerê û ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Hat hînkirin ku rewşa ciwanê ku piraniya laşê wî şewitiye xedar e.