Li Amedê wê fînala mîtîngên li dijî darbeyê pêk were

Fînala mîtîngên li dijî darbeya AKP/Qesrê wê di 5'ê Hezîranê de li Amedê were lidarxistin. Komîteya Amadekar mesaja "berxwedanê" da û ji bo vê mîtîngê banga tevlîbûnê kir.

Fînala mîtîngên bi pêşengiya HDP, HDK, DBP û KCD'ê li dijî rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê tên lidarxistin wê di 5'ê Hezîranê de li Amedê pêk were. Ji bo dema mîtîngê, salvegera êrîşa bombeyê ya ku par di 5'ê Hezîranê de li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat bi taybetî hate tercîhkirin û têkîldarî mîtîngê li Salona Konferansê ya KCD'ê civîna çapemeniyê hate lidarxsitin. Parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî beşdar bûn. 

Berkevkê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Abbas Ercan axivî û diyar kir, bi salan e îradeya gel tine tê hesibandin, AKP a ku destnedana parlamenterên HDP'ê rakir dixwaze serî li gelê Kurd bide tewandin. Ercan got, ew ê li dijî zextên li hemberî gelê kurd li ber xwe bidin û têkoşînê heta dawî bidomînin. 

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Abudllah Eflatûn jî anî ziman, li dijî parlamenter û hevserokên ku îradeya gelê kurd temsîl dikin êrîş gelekî zêde ne, ji bo zextan rawestînin û têkoşînê xurt bikin bang li hemû kesan kir xwest ku di 5'ê hezîranê de beşdarî mîtîngê bibin. 

Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan jî ji bo mîtînga di 5'ê Hezîranê saet 16.00'an bê lidarxistin de got, gelê Amedê wê bi awayekî xurtir xwedî li îrade û azadiya xwe derkeve. 

Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.