Li Amedê terora polîsan: Çalakgerên greva birçîbûnê hatin destgîrkirin

Li Amedê aktivîstên TJA’yê li avahiya HDP’ê greva birçîbûnê ya 3 rojan dabû destpêkirin. Polîsan bi ser avahiyê de girtin û gelek kes destgîr kirin.

Greva birçîbûnê ji aliyê 22 aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) yê ve dihate kirin. Polîsan êrîşî çalakiya greva birçîbûnê kirin ya ku ji bo protestokirina tecrîda li dijî Ocalan û piştgirîdayîna Wekîla HDP’ê Leyla Guven dihat kirin.

Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan li dora avahiya HDP'ê bi TOMA û wesayitên zirxî dorpêç kirin. Polîsan piştî ketin û derketin li endam û rêveberen qedexe kir bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin.

Di dema serdegirtinê de çalakgeran dirûşmeya ‘Zext nikarin bi me’ berz kirin. Polîsan gelek kes destgîr kir.

Polîsan li Salona Konferansê ya Vedat Aydîn lêgerin kir û dest danî li ser pankartên li salonê. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê. Polîs hê jî li avahiya HDP’ê ne.