Li Amedê şerê giran: 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li girê Harûna a Şemzînanê ya Şirnexê û li qada di navbeyna Lîcê û Hênê ya Amedê de 4 leşker kuştin. Di şerê dijwar de 2 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê ragihand ku li Şemzînanê rêze çalakiyên sekvanî kirine, li bejahiya Licê-Hênê bi yekîneyeke leşkerî ya xef re şer çêbûye. Li gorî daxuyaniyê li Şemzînanê 1 û li Amedê 3 leşker hatin kuştin.

LI GIRÊ HARÛNA LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: ‘’Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî 7’ê Tebaxê saet 18.30’an li Colemêrg Şemzînanê, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker, li girê Garûn rêze çalakiyên sekvanî pêk anîne. Di çalakiyê de 1 leşker hatiye kuştin û 1 jî birîndar bûye.

LI LICÊ- HÊNÊ ÇALAKIYEK DIJÎ YEKÎNEYÊN XSEF: 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 1’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker di navbeyna navçeyên Licê û Hênê de, li qada Şehîd Rojhat, li mintiqeya Bekira, Elîka, Dîrkam, Elnexîr û Serdê bi desteka yekîneyên xef operasyon daye destpêkirin. 2’yê Tebaxê saet 20.30’an di navbeyna hêzên me û van yekîneyên xef de şer derketiye. Şer heta 3’yê Tebaxê sibehê dom kriiye û di encamê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek jê birîndar bûne.

DU GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di şer de hêzên dagirker bi desteka amûrên hewayî yên bêmirov qad gelekî bombe kirine. Hevrêyên me Şahîn Amed û Azad Rojhilat ku heta ku bi guleya xwe dayî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê ya hevrêyên me yên şehîd wê bi raya giştî re werin parvekirin.’’