Li Amedê roja 41’emîn: Mafê Kurdan tê binpêkirin

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desterserkirina şaredariyan di roja 41’emîn de didome.

Li Amedê Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê di roja 41’emîn de berdewam kir. Çalakî wek her roj li Kolana Lîseyê di bin dorpêça polîsan de pêk hat. Endamên Konseya Navenda Odeya Tabîbên Tirk (TTB), endamên Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) beşdarî çalakiyê bûn û piştevanî dan çalakgeran. Girseya ji welatî, parlamenter û rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û pêkhateyên HDP’ê pêk dihat dirûşm berz kirin û strandin.

Di çalakiyê de ewil Serokê Partiya Komunîst a Kurdîstanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û got li dijî qeyûman berxwedana wan berdewam dike.

Endamê DÎB’ê û dîroknas Erdogan Aydin jî destnîşan kir ku mafê hilbijartinê yê Kurdan her tim tê binpêkirin û got: “Hûn tenê ne ji bo îradeya we ya hatiye desteserkirin, hûn di heman demê de ji bo ala edalet û demokrasiyê ya Tirkiyeyê ba bibe têdikoşin. Mafê we yê herî demokratîk ji destê we girtin. Ev ji bilî zordestiyê ne tiştekî din e.”

Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman jî diyar kir ku jiyanek bi tenduristî bi aştî û azadiya civakî mimkin e û got: “Tenduristî tenê ne nexweşîn e. Tenduristî halê kes ê fizikî, derûnî û civakî ye. Heta azadî, edalet, demokrasî û aştî pêk neyê wê ev rewşa tenduristiyê jî neyê başkirin.”

Çalakî piştî rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.