Polîsan li Amedê ciwanek qetil kir -NÛ BÛ I

Polîsên Tirk doh êvarê li Amedê gule berdan serê ciwanê bi navê Recep Hantaş û ew qetil kirin.

Hêzên dewleta Tirk doh êvarê li Sumerbank a Amedê gule berdan ciwanê bi navê Recep Hantaş û ciwanekî navê wî nehate zanîn ku li parkê rûniştî bûn. Hantaş li cihê bûyerê hate qetilkirin, kesê bi wî re jî hate destgîrkirin.

Cenazeyê Hantaş rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Cenazeyê Recep Hantaş piştre ji nexweşxaneyê hate wergirtin û li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

Polîsan dor li goristanê girtin û nehiştin ji bilî malbatê kes tevlî merasîmê bibin.

Hantaş sala 1999'an li Licê ji dayik bû. Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbata Hantaş li Mala Sersaxiyê ya Ehmedî Xanî ya li navçeya Peyasê tên qebûlkirin.