Li Amedê nerazîbûna li i dijî faşîzma BHQ’ê: YSK’ê derbeyek mezin li hiqûqê xist

Platfrorma Şaxên KESK’ê û Platforma Îxracbûyiyan yên Amedê têkildarî biryara YSK’ê ya ku mazbataeyan nadin “BHQ” iyan daxuyanî da û diyar kirin ku derbeke giran a li dijî hiqûqê ye.

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê û Platforma Kesên Hatine Îxracbûyiyan ên Amedê, li ber AZC Plazayê der barê kesên di hilbijartinê de hatine hilbijartin, lê belê ji ber bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) 'yan hatine îxrackirin YSK mazbataya wan nade de daxuyanî dan.

Li ber plazayê polîsan daxuyanî asteng kir, li ser vê girse ber bi Kuçeya Hunerê ve meşiya û dirûşme berz kirin. Li serê kuçeyê Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê Recep Şîmşek axivî û bertek nîşanî polîsan da. Şîmşek, got YSK, mazbatayê nade kesên bi vîna gel hatine hilbijartin, dide kesên nehatine hilbijartin û ev yek ji xwe re kiriye peywir.

Berdevkê Platforma Kesên Hatine Îxracbûyiyan ên Amedê Azîz Tûray daxuyaniya bi awayekî hevpar hat amadekirin xwend. Tûray, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an bi bîr xist û got: "Bi îlankirina Rewşa Awarte 36 BHQ hatin derxistin û bi van BHQ’yan xwestin derdora muaxlif teslîm bigirin û tasfiye bikin. Bi van BHQ yê bi navbirî 135 hezar û 144 kedkarên cemaweriyê bi awayekî derhiqûqî hatin îxrackirin. Rêyên hiqûqî hemû girtin û bi sedhezaran kedkarên cemaweriyê dan ber însafa Komîsyona Rewşa Awarte. Em hemû şahidin ku 2 sal û nîv e komîsyon me eware dike."

Tûray got helbet wê rojekê edalet pêk bê û wiha domand; “AKP, YSK'ê wekî patron pênase dike û bi vî awayî nîşan da ku YSK welat û welatiyan wekî piyaseyê û mişteriyan dibîne. Tişta ecêb jî ew e ku YSK jî xwe wek patronan dibîne." Tûray, bal kişand ser hevşaredar û endamên meclîsê yên hatine hilbijartin lê belê YSK mazbataya wan nade jî û got, ev xespkirina mafa ye. Tûray, got: "YSK bi vê biryarê derb li demokrasî û hiqûqê xistiye. Ne li gor berjewendiyên civakê û welat, li gor berjewendiyên desthilatdariyê tev digere. Wê ev yek zirarê bide aştiya civakiyî jî. Lê belê wê nikaribin bi BHQ’yan vîna gel etslîm bigirin."

Piştî daxuyaniyê girse dirûşmeya "Baxler a me ye" berz kir.