Li Amedê li dijî komployê çalakî hate kirin -HATE NÛKIRIN

Li Amedê li dijî komploya navneteweyî meş hate lidarxistin. Polîsan êrîşî meşê kir. Gel û parlementerên HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest ji ber Buroya Navenda Giştî ya Amedê ber bi Meclîsa Dayikên Aştiyê bimeşe. Polîsan ji serê sibehê ve bi wesayîtên zirxî dora Navenda Giştî ya DBP’ê girt.

Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir tevî parlementerên HDP’ê dest bi meşê kirin. Polîsan koma meşvan asteng kir. Polîsan li bajêr gelek der gitin û li ser rêya meşê jî polîs hatin bicihkirin.

Polîsan rêya ber Navenda Giştî ya DBP’ê girt û nehişt ku rojnameger biçin wir.

Koma ku hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir û parlementerên HDP’ê jî di nav de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî nîqaşên dirêj komê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakiya rûniştinê didome. Dema gel bi sloganan 15’ê Sibatê protesto dikir, polîsan êrîşî gel kir.