Li Amedê li 3 cihan çalakî pêk hatin
Navenda polîsan a navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî di nav de li 3 cihên cuda bi bombeyan, çalakî pêk hatin.
Navenda polîsan a navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî di nav de li 3 cihên cuda bi bombeyan, çalakî pêk hatin.
Li Amedê duh danê şevê komeke rûyê xwe girtî li hemberî navenda polîsan a Bajarê nû ya Amedê, li dijî Saziya Goşt û Şîr û li dijî marketekê bi bombeyan çalakî pêk anîn.
Hate ragihandin ku di van çalakiyan de kesek birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Li milê din polîsên Tirk, herêmên bûyer lê qewimî xistin dorpêçê, ketin û derketina wê qedexe kirine.
Dîsa hate ragihandin ku li hemberî vê polîsên Tirk operasyon dane destpêkirin û di vê operasyonê de 5 kes hatin destgîrkirin.