Li Amedê Komxebata Ziman dest pê kir

Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Amedê komxebat lidar xist.

Tora Ziman û Çandan, bi armanca nexşerêya xwe diyar bike, li Otela Demîr a Amedê komxebata ziman a du rojan dewam bike, li dar xist. Nêzî 300 kesên di nav de nivîskar, akademîsyen, hindekar, weşanger, kardêr, saziyên jinan û saziyên çand û hunerê heyî tevlî komxebatê bûn.

Zimanzan Zana Farqînî axaftina vekirinê ya komxebatê kir û wiha got: " Rewşa Ziman û çanda me dilê me hemûyan disoje. Ji bo guhartina vê rewşê em hemû çi wekî sazî çi jî wekî kes gelek karan dikin, lê belê em hemû jî dizanin ku pêdivî bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal heye. Her wekî hûn dizanin di 22-23yê Mijdara 2019an da komxebata Tora Ziman û Çandan hatibû pêkanîn û du rojan li ser mijarên zimanî û çandî, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û 45 xemxurên ziman û çanda kurdî û gelên din bangek kir. Di wê komxebatê da biryara pêkanîna komcivîneka berfireh hatibû dayîn. Li ser vê biryarê sekreterya ya Tora Ziman û Çandan bi piştgirîya endamên Desteya Şêwrê xebata vê komcivînê kir."

 Farqînî, bal kişand ser bi hêzkirina komxebatê û wiha bilêv kir: Di serî da ez dixwazim bibêjim ku me hewl da hemû kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî li hev kom bikin, rêyeka danûstandinê di navbera wan da ava bikin û derbarê mijarên zimanî û çandî da toreka berfireh ava bikin. Ji bo wê jî çendî ji destê me hat, me hewl da ku xwe bigehînin hemû kes û sazîyan û ew dawetî vê komxebatê kir. Em îro nêzî 300 kesan li vir kom bûne û ev yek ji bo me şanazîyeka mezin e. Lewma ez dubare ji bo hatin, beşdarbûn û bihêzkirina we ya vê komcivînê spasîyê li we dikim. Komcivîna me dê du rojan berdewam bike û derbarê mijarên curbicur da nîqaş dê bên kirin. Di komcivînê da dê di mijarên wek mafên zimanî, pêwendîya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl da gengeşe bên kirin. Di komcivînê da dê li gel rewş û kêşeyên ziman û çanda kurdî, rênexşe û rêzikên xebata torê jî bên diyarkirin. Di çarçoveya berfirehkirina Tora Ziman û Çandan da dê gotûbêj bên kirin û biryar li ser statû û rêziknameya Torê bên girtin."

Farqînî, bernameya komxebatê bibîr xist û wiha rêz kir: " Ji bo ku em ji vê komcivînê sûdê wergirin û di siberojê da xebatên karîger bidin ber xwe, me 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Maseya Nivîskaran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Odeyên Pîşeyî, Maseya Sazîyên Hiqûq û Mafan, Maseya Karsazan, Maseya Ragihandinê, Maseya Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Maseya Sazîyên Jinan û Maseya Sazîyên Zarokan ava kirin. Di her maseyê da nîqaş û xebatên tematîk û taybet dê bên kirin û di dawîya komxebatê da her mase dê derbarê xebat û nîqaşên xwe da raporan amade bikin. Dîsa di her maseyê da moderatorek û nîşegirek hate hilbijartin û ew dê nîqaşên navxweyî bi rêk û pêk bikin û raporê amade bikin."

Farqînî herî dawî serketin ji beşdarvanên komxebatê re xwest û ev peyam da: "Ez bi ser navê sekreteryaya Torê cardin xêrhatina we hemûyan dikim û hêvî dikim, komcivîna me bibe wesîleya nîqaşên sûdewar û Tora Ziman û Çandan bi hêztir bike."

Komxebatan piştî axaftina ji çapemeniyê re girtî dewam kir.