Li Amedê ji bo 2 şehîdan şîn hate danîn

Ji bo gerîlayên HPG'ê Ernesto Che Gûevara û Dijwar Şervan ên li Metînayê şehîd bûn, şîn hate danîn. Girseya gel bi rengekî girseyî serdana şînê kir.

Ji bo gerîla Dijwar Şervan (Mehmet Çetîn) û Ernesto Che Gûevara (Jiyan Bîlge) ku di demên cuda de li Başûrê Kurdistanê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Amedê şîn hate danîn.

Ji bo gerîla Dijwar Şervan (Mehmet Çetîn) li navçeya Rezanê li Mala Şînê ya Hewedan a Pasûrê şîn hate danîn.

Ji bo gerîla Ernesto Che Gûevara (Jiyan Bîlge) li navçeya Yenîşehîr li Mala Şînê ya Gurdogan şîn hate danîn.

Rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) xizmên girtiyan, alimên olî û bi sedan kes ji şêniyên herêmê serdana şînê kirin.