Li Amedê erd û asîmanan gotin 'NA'
Coşa Newroza Amedê ya ku bi sed hezaran mirov lê kom bûbûn, bi şewitandina 20 ton êzingan gihişt lûtkeyê. Li Qada Newrozê ya ku sloganên 'Na'yê lê serdest bû, bi hezaran kesî rengê dengê xwe jî diyar kirin.
Coşa Newroza Amedê ya ku bi sed hezaran mirov lê kom bûbûn, bi şewitandina 20 ton êzingan gihişt lûtkeyê. Li Qada Newrozê ya ku sloganên 'Na'yê lê serdest bû, bi hezaran kesî rengê dengê xwe jî diyar kirin.
Ligel zext û astengiyên polîsan, Newroza Amedê ya dîrokî ya ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, bi coş tê pîrozkirin. Li hemberî referandûma 16’ê Nîsanê qadê rengê xwe jî da diyar kirin û sloganên 'Na' ji qadê qet kêm nebûn. Jinên ku wê di referandûmê de bibêjin ‘Na’ bi etekên xwe yên kesk û sor û zer û li ser wê “Na” hatibû nivîsandin govend gerandin û peyama referandûmê dan.
Coşa mezin a li Newrozê bi vêxistina agir re gurtir bû. Bi şewitandina 20 ton êzingên li qadê sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “PKK gel e, gel li vir e” bilind bûn.
Di qadê de kal û pîran jî xwe dan kêleka ciwanan û govend gerandin.
Li platformê posterê Çiyager (Cîhat Turkan) ê YPS’yî yê li Sûrê şehîd ket ligel gotina wî ya "Encam çi dibe bila bibe, ya dawî wê mûhteşem be" û posterê Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç ligel gotina wî ya "Me li ber xwe da, me çok nedan erdê, bi me serbilind bin" hate daleqandin.
Dema poster hatin daliqandin sloganên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn. Posterên ku demeke dirêj li wir man, ji aliyê dehan polîsan ve hatin daxistin. Polîs dûre hatin protesto kirin.
Di destê sibehê de ligel ku destûr ji cil û bergên neteweyî re nedidan jî, ciwanan bi riyên cihê cil û bergên xwe xistin qadê û li vê derê li xwe kirin.
Gel bi stranan re govend gerand û dayîk jî tevî pitik û zarokên xwe beşdarî Newrozê bûn.
Berastengên ku hatin qada Newrozê jî, bi kursiyên xwe yên bi teker li qadê geriyan.