Li Amedê di bin dorpêça polîsan de tecrîd hate protestokirin

Ligel dorpêçkirina polîsan endamên HDP’ê û xizmên girtiyan li Amedê hatin ba hev û tecrîd protesto kirin û ji bo grevên birçîbûnê bang kirin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 157 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî bi hezaran girtî ji 1’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. Ji bo balkişandina grevên birçîbûnê malbatên girtiyan xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin.

Polîsan di destê sibê de dora girtîgehê girtin û nehiştin malbat nêzî girtîgehê bibin. Malbat jî bi sloganan ber bi avahiya bajêr a HDP’ê meşiyan. Li vê derê jî polîsan nehiştin parlementer û hevşaredarên HDP’ê ji avahiya bajêr a HDP’ê derkevin.

ROJNAMEGER HATIN ASTENGKIRIN

Polîsan li vê derê nehiştin rojnameger dîmenan bigirin û ew asteng kirin.Piştre polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û destûr nedan kes ji HDP'ê derkevin, Rêveber û Parlamenterên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari û Îmam Taşçier û malbatên girtiyan tev li daxuyaniyê bûn. Li vir Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogûllari daxuyanî da û wiha got: "Niha tişta tê kirin, faşîzma reş e. Partiya me bi her awayî di bin dorpêça polîsan de ye. Hemû kolan û rêyên tên partiya me hatine girtin. Çalakiya greva birçîbûnê di pêşengiya  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven didome. Ji bo em bibin dengê wan em li vir daxuyaniyê didin. Êdî mirov jiyana xwe ji dest didin. Em nikarin li hemberî vê rewşê bêdeng bimînin. Birêz Ocalan 4 sal in di bin tecrîdeke mutlaq de ye. Ne gelê me û ne jî girtî vê tecrîdê qebûl nakin. Piştî hilbijartinê em bi hevî bûn her tişt asayî bibe. Lê zext bêtir bûn. Em careke din bang li rayedarên dewletê dikin. Demek berî demekê gavên erênî bavêjin. Tecrîd nêzîkatiya li hemberî gelê me nîşan dide. Bi çavê dijmin li gelê me dinerin. Divê êdî dawî li van polîtikayan bînin. Divê gelê me, gelê Tirkiye û navneteweyî jî rola xwe bilîzin. Nêzîkatiya komkujiyê heye. Kes nikare nêzî partiya me bibin. Ji ber ku her dem partiya me di bin dorpêçê de ye. Ev ne asayî ye. Ger ku kengî tecrîd bi dawî bû wê her tişt asayî bibe."

 Piştî daxuyaniyê HDP’yî çûn avahiyê lê dorpêçkirina polîsan hê jî didome.