Li Amedê dayikan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin

Li Amedê xizmên girtiyan ku çalakiya wan hate astengkirin û hatin derbkirin, li pêşiya avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Malbata girtiyên li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne, xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya malbatan asteng kirin. Piştî astengkirinê polîsan dayik derb kirin û xistin otobusên şaredariyê û birin li pêşiya avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya navçeya Rezanê.

Li vir polîsan dayik xistin nava çemberê. Dayikan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û tê payîn ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê.