Li Amedê dayik ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin

Xizmên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin.

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xwestin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsên Tirk ên li ber girtîgehê bi wesayitên zirxî dor li dayikan girtin û nehiştin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikan jî ji ber vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Polîsên Tirk nahêlin rojnamevan nêzî dayikan bibin.

BI ZORÊ LI OTOBUSÊ HATIN SIWARKIRIN

Polîsên Tirk piştre bi zorê dayik li otobusa şaredariyê siwar kirin û ew ji ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dûr xistin.