Li Amedê çalakiya protestokirina qeyûman

Mehmet Ruştu yê HDP’î yê di salvegera erkdarkirina qeyûman li şûna hevşaredarên HDP’î de axivî, got ku qeyûm îradeya xelkê xesp dikin û diyar kir ku divê mirov li hemberî wê dengê xwe derxîne.

Cihgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsê Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, di salvegera tayînkirina qeyûman de axivî û got, qeyûman îradeya gel xesp kiriye û divê mirov dengê xwe ji vê re bike.

Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûman ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de tayinê Şaredariya Bajarê Mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, li Kolana Lîseyê daxuyaniyek da. Beriya daxuyaniyê rêyên ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi wesayîtên zirxî hatin girtin. Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP'ê Dersim Dag, Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oruç, Mehmet Ruştû Tiryakî, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, nûnerên sazî û rêxistinên Amedê û gelek kes tev li daxuyaniya li Kolana Lîseyê bûn. Beriya daxuyaniyê girseyê demek dirêj bi hev re dirûşmeya, “Wê qeyûm biçin, gel were” berz kir. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan li pişt pankarta li ser “Şaredariya demokratîk a piralî li dijî rejîma qeyûm li ber xwe dide” nivîsandî axaftineke kurt kir. Ceylan got ku ew îro careke din ji qeyûman re dibêjin na.

‘DENG JI QEYÛMAN RE NEYÊ KIRIN WÊ DÎSA RÊZÊ JI VÎNA HILBIJARTÎ RE NEGIRIN

Piştre Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê yê Berpirsê Desteya Rêvebiriyên Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî. Tiryakî anî ziman ku salvegera tayînkirina qeyûman e û ev tayînkirin ne cara yekem e û got, ên derbeya 27'ê Gulanê ya 12'ê Îlonê kirin jî partî girtin û şaredar ji wezîfeyê girtin. Tiryakî, destnîşan kir ku îradeya gel di serdema AKP-MHP’ê de, yanî cara yekem di dema desthilatdariya sivîl de hatiye desteserkirin û got: “Şaredar ji wezîfeyê hatin girtin. Li aliyekê kesên ku mafê hilbijartinê ji nedîtî ve tên, li aliyê din jî yên ku mafê dengdanê û hilbijartinê yê gel, demokrasiyê diparêzin hene. Yên ku niha li vir in tenê ne ji bo meqamên xwe li vir in. Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê têdikoşin. Ger li hemberî kesên ku meclîsên şaredariyan betal kirin û yên ku şaredaran ji kar bi dûr xistin deng neyê bilindkirin, wê sibehê rêzê ji îradeya hilbijartî re negirin.”

‘ME TU CAR MÊTINGER QEBÛL NEKIRINE’

Berdevkê Ciwanên HDP'ê Dersim Dag jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman nenaskirina îradeya gelê kurd û îradeya gelê Kurdistanê ye. Dag got: “Me tu carî mêtinger qebûl nekirin û li dijî vê yekê şer kir. Îro ev tayînkirina qeyûman jî bi vê ve girêdayî ye. Em ê her tim li dijî pergala kedxwariyê, polîtîkayên şerê taybet, li dijî tunekirina çandê têbikoşin. Qeyûman, saziyên çandê girtin û tabelayên bi Kurdî rakirin. Êrîşê destkeftiyên jinên Kurd kirin. Êrîşê pergala hevserokatiyê dikin. Qeyûm, êrîşî saziyên jinan dikin. Di şexsê ciwan û jinan de dixwazin têkoşînê bi dawî bikin.”

Dag, destnîşan kir ku li kû derê saziyeke jinan hebe û hevserokeke jin hebe, êrîşê wan tê kirin û got: “Têkoşîna jinan heta îro dewam kiriye. Wê ji îro û pê ve jî dewam bike. Em, careke din radigihînin ku hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê tu carê dest ji vê bernedin. Em ciwan û jin, em ê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet mezin bikin. Çawa ku qeyûm sala 2019'an çûn, wê careke din jî biçin. Ciwan, jin û Kurdên li hemberî vê yekê li ber xwe didin wê bi ser bikevin.”

Paşê nameyên Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Dr. Selçûk Mizrakli hatin xwendin. Hevşaredarê Erxeniyê Mercan Yildiz nameya hevşaredaran xwend. Şaredaran, di nameya xwe de derbeyên li Tirkiyeyê û girêdayî van qeyûmên tayinî şaredariyên HDP'î hatine kirin bi bîr xistin û gotin: “Me li ber xwe da û em bi ser ketin.”

Herî dawî Sarûhan Olûç ê HDP'î axivî. Olûç jî got: “Ger em bê şert û merc li dijî binpêkirina demokrasî, maf û azadiyên Tirkiyeyê derbikevin, têkoşîn pêkan e. Yan na ev desthilat wê di her firsendê de nehiqûqiyê bike. Heta ev wezîrê karên navxweyî hebe, wê li ser hev bikin.”

Olûç di dawiyê de bal kişand ser mezinkirina têkoşînê û got: “Em ê bitêkoşin û xwedî li vîna xwe ya siyasî derbikevin. Em, bawerin ku em ê bi ser bikevin. Rêya me vekirî be.”