Li Amedê bi kêmanî 17 kes hatin binçavkirin
Li Amed Yenîşehîrê 17 kes hatin binçavkirin.
Li Amed Yenîşehîrê 17 kes hatin binçavkirin.
Rejîma AKP/Qesrê operasyonên qirkirinên yên li dijî Kurdan didomîne.
Polîsên dewleta Tirk 23’yê Cotmehê kuştina Çawişê Pispor Bîlal Dîcle ya li ber malê ya li Amed Yenîşehîrê kire hincet û li gelek bajaran bi ser malan de girt.
Li taxên Şehîtlîk û Benûsenê ya navçeya Yenîşehîrê bi kêmanî 17 kes hatin binçavkirin. Tê gotin dibe ku hijmara kesên ku hatin binçavkirin zêdetir bibin.