Serokê Amedsporê yê berê parêzer Metîn Kilavûz û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Da Amedê ya Berê Hafîze Îpek ku di nav 91 kesên bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de rojên derbasbûyî hatibûn destgîrkirin, dîsa hatin destgîrkirin. Kilavûz û Îpek beriya niha di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn destgîrkirin û berdan. Hate diyarkirin ku Îpek û Kilavûz ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin wê sibê bibin Enqereyê.
DERSIM
Cenazeyê siyasetmedara Kurd Aysel Dogan a li bajarê Kolnê yê Elmanyayê şehîd bûbÛ, duh anîbûn bajarê wê Dersimê. Polîsan êrîşî welatiyên ku xwestin tev li merasîma cenazeyê Dogan bibin kiribûn. Di êrîşa polîsan de Hevberdevka Partiya Pêşeroja Çep a Keskan a Dersimê Sûna Çelîk û Alî Hidir Ozgen, Mazlum Coşkûn û rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan Bulent Bûlûç hatibûn destgîkirin.
Her sê kesên ku hatibûn destgîkirin hatin berdan lê dadgehê Mazlum Coşkûn bi sûcdariya “li dijî polîsan derketiye” girt û şand girtîgehê.