Li Amed û Wanê greva birçîbûnê dest pê kir

Her ku diçe piştgiriya ji bo Leyla Guven zêde dibe, ya ku ji bo tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bike ketibû greva birçîbûnê. HDP'yiyan li Amed û Wanê greva birçîbûnê dan destpêkirin.

16 siyasetmedaran ji bo piştgirî bidin Leyla Guven, dest bi greva birçîbûnê kirin. Li ser navê koma HDP’ê Dêrsim Dag daxunayî da û got, “Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me hemûyan in. Heta ku daxwaz neyên pêkanîn wê çalakiya me bidome.”

Siyasetmedarên HDP’ê ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’yê ya Colemêrgê ya li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin û ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ye, wê du rojan bikevin greva birçîbûnê. Beriya çalakiyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û hevserokên KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari, hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, hevserokên DBP’ê yên bajarê Amedê Naşîde Toprak û Îbrahîm Çîçek û gel tevlê bûn.

'HETA KU TECRÎD RANEBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN'

Parlamentera HDP’ê Dersim Dag, anî ziman ku Guven têkoşîneke mafdar dimeşîne û gotinên Guven ên, ‘Ez ji perspektîfên birêz Ocalan bi bandor bûm û min wisa dest bi siyasetê kir’ bi bîr xist got, “Em jî ji perspektîfên birêz Ocalan ên îdeolojîk bi bandor bûn û me biryar da ku bibin vîna vî gelî. Em tevlî gotinên Leyla Guven dibin. Lewre daxwazên Guven daxwazên me ne jî. Em vê tecrîdê napejirînin. Heta ev tecrîd ranebe em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Dag diyar kir ku li 5 bajaran greva birçîbûnê dane destpêkirin û wiha domand; “Li Amedê em 16 kes greva birçîbûnê didin destpêkirin. Heta ku tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan bi dawî nebe, heta bi parêzer û malbatê re hevdîtin çênebe em ê di van daxwazên xwe de bi israr bin. Bi tecrîda giran a li ser rêberê gelê Kurd re dixwazin gelê Kurd tune bikin. Heta ku tecîda li ser rêberê gelê Kurd û gelê Kurd bi dawî nebe em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Em careke din dibêjin; daxwazên Leyla Guven daxwaên jin û ciwanan e. Divê tecrîda giran a li ser Rêzdar Ocalan demildest were rakirin.”

Diyar bû piştî greva birçîbûnê çalakiyên ji bo protestokirina tecrîd û çalakiyên ji bo piştgirîdayîa Guven wê dewam bikin.

LI WANÊ JÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR

Rêxistina HDP’ê ya bajarê Wanê jî greva birçîbûnê ya 2 rojan da destpêkirin.

Çalakî li avahiya HDP’ê ya Wanê bi beşdarbûna Hevserokên HDP’ê yên Wanî Yadîşem Karabûlak, Umît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kaqa, Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, nûnerên KCD, hevşaredar, aktivîstên TJA û gel dest pê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan axivî û wiha got; “Hikûmeta AKP’ê ya ku 15’ê Tîrmehê weke ‘kerema Xwedê’ dibîne li dijî Kurdan veguherand hinceta şer. Rêzdar Guven got tecrîda li ser Rêzdar Ocalan li dijî hemû gelê Kurd e. Guven tecrîd qebûl nekir û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em jî ji ber vê sekna wê ya birûmet wê silav dikin. Em vê sekna wê silav dikin û bi armanca piştgirîdayinê greva birçîbûnê ya 2 rojan didin destpêkirin.”

Orhan got heta tecrîd bi dawî nebe û pêşiya siyaseta demokartîk neyê vekirin wê têbikoşin.

Orhan di dawiyê de tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û 2’emîn salvegera girtina Hevşaredar Bekîr Kaya û hişmendiya qeyûmê dagirker jî şermezar kir.