Dewleta Tirk li taxa Alîpaşayê dest bi xerakirina xaniyan kir

Dewleta Tirk li taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê dest bi hilweşandina xaniyên welatiyan kir. Şêniyên taxê dibêjin ew malên xwe naterikînin.

Li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên navçeya Sûr a Amedê, di nav çarçoweya bernameya veguherîna bajêr de hilweşandina hin malên ku hatine dagirkirin û xwediyê wan berê jê derketibûn dest pê kir. Li Alîpaşa bi dorpêça polîsan hilweşandina du malan dest pê kir. Piştî ku gel agahdar bû ku li taxê hilweşandin dest pê kiriye hatin taxê û gotin, "Malên cîranên me û xizmên me yên ku ji taxê derketine xera dikin. Zaroktiya me, jiyana me li vir derbas bû. Her tiştî tine dikin."

GEL XWEDÎ HELWEST E

Ji şêniyên taxê Mesûd Altan got, "37-40 hezar lîre didine me û dibêjin ji taxan derkevin" û diyar kirin ku ew ê li taxên xwe xwedî derbikevin.

Resûl Eren jî diyar kir, ku xwediyê milk bi darê zorê, bi şêla dagirkeran ji malên wan têne derxistin û got, li dijî biryara hilweşandinê ya TOKI’yê wan gilî li dadgehê kirine, dadgeh hê dewam dike, lê hilweşandinê dest pê kiriye.

Eren anî ziman, çend qirûş pere dixin destê xwediyê malan û hewl didin wan li kuçeyan bihêlin û got, "Bi zorê me ji malên me derdixin. Em li heqê xwe digerin. Em ê wiha bi hêsanî ji vir dernekevin."