Li Agiriyê rojnamevan û HDP’î hatin destgîrkirin

Rojnamevan Azîz Orûç û hevserokê HDP’ê yê navçeya Bazîdê Abdullah Ekelek û Muhemmed Îkram Muftuoglû li Agiriyê hatin destgîrkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan bi ser gelek malan de girt û di navde rojnameger û siyasetmedar jî heye gelek kes destgîrkirin. Polîsan di serdegirtina malan de Rojnameger Azîz Oruç, Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek, li ser rêya Bazîd Agiriyê destgîrkirin. Di heman saetê de polîsan bi ser mala Muhammet Îkram Muftuoglû de jî girt û welatî Muftuoglû destgîrkirin.

Polîsan bi kûçikan ketin malê deriye malê şikandin. Polîsan di lêgerînê de şopa tiliyan girtin û hemû alav û amûrên malê tevlî hev kirin. Wezareta Karên Hundir têkildarî destgîrkirinê daxuyanî da û ji bo Rojnameger Azîz Oruç got, “terorist”.