Li Agiriyê polîsan êrişî çalakiyê kirin: 6 kes hatin destgîrkirin

Li Agiriyê, polîsan êriş birin ser HDP'iyan ên ku 'darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê' şermezar dikirin. Di encamê de 6 kes destgîr kirin.

Rêxistina Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo şermezarkirina 'darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê' xwest bi rengekî girseyî daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Girseya gel ku xwest tevlî daxuyaniyê bibe, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Li ser vê yekê HDP'iyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Polîsên Tirk êriş birin ser çalakgeran û Hevserokên HDP'ê yên bajêr Semra Ozden û Erol Berke jî di nav de 6 kes bi lêdanê destgîr kirin.