'Li Agiriyê her kes heman tiştî dibêje: NA NA NA!'
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, tevî zext û zordariya giran jî gelê Agiriyê bi xurtî û coş Newroz pîroz kir û got, heman tevlîbûn wê di referandûmê de jî pêk were.
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, tevî zext û zordariya giran jî gelê Agiriyê bi xurtî û coş Newroz pîroz kir û got, heman tevlîbûn wê di referandûmê de jî pêk were.
Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û anî ziman, Newroza li Agirî konsepta zext û tirsê tevizand. Taşdemîr der barê xebatên referandûmê de jî agahî da û anî ziman, pîrozbahiya Newrozê ya bi coş wê bandorê li referandûmê jî bike.
'REJÎMEKE NAVBERÊ YA DÎKTATORIYÊ LI SER KAR E'
Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir, piştî hilbijartinên Hezîranê konsepteke tirsê hat destnîşankirin û bibîr xist, li gelek navçeyan qedexeya derketina derve hat ragihandin û navçe hatin xerakirin. Taşdemîr anî ziman, ev yek hewldana ji bo şikandina vînê ye. Taşdemîr ragihand, hwl tê dayîn têkoşîna Kurdan di nava konsepteke çavtirsandinê de bê bicihkirin û got, "Hikumet piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê gihîşt asteke berfirehtir. Pêvajoya Rewşa Awarte tê wateya pêvajoya darbeyê. Mafên bingehîn û azadî hatin binpêkirin. helbûkî gelek parlamenter û wezîrên AKP'ê gotibûn 'Me Rewşa Awarte li dijî xwe îlan kir'. Ji FETO bêhtir ev Rewşa Awarte li dijî Kurdan, mûxalîfan, rojnamevanan û jinan bicih hat anîn. Vê yekê bandoreke giran li Kurdistanê kir. Hemû xebat hat tevizandin. Tevî vê yekê bi hezaran mirov hatin girtin, ji kar hatin avêtin û bi pêkanîneke trajîkkomîk a bi navê 'heqareta li Serokkomar' pêşî li mirovan hat kirin ku nêrîna xwe nînin ziman. Heta 16'ê Nîsanê rejîmeke dîktatoriyê ya navberê li ser kar e."
'BI 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ RE GEL KONSEPTA TASFİYEYÊ BI ERDÊ RE KIR YEK'
Dîlan Dîrayet Taşdemîr bal kişand ser tevlîbûna xurt a li çalakiyên 8'ê Adarê û Newrozê û got, "Gelê me ev konsept bi erdê re kir yek. Di 8'ê Adarê de jin bi xurtî li ber konsepta tasfiyeyê rabûn û daxwazên xwe anîn ziman." Taşdemîr di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku tevî hemû astengiyan jî Newroz bi tevlîbûneke xurt û bi coş hatiye pîrozkirin û got, "Gel di Newrozê de nîşan da ku bi zextan ti encam bi dest nakeve."
Parlamentera HDP'ê Taşdemîr ragihand, hewl hat dayîn HDP bê tasfiyekirin û got, "Atmosfereke welê ya xapandinê afirandin û îdîa kirin ku gelê li herêmê dest ji HDP'ê û daxwazên wê berdaye. Lê belê Newroz bû bersiva herî mezin a li vê yekê. Li Amedê ciwanek hat kuştin. Lê nekarîn gel bitepisînin. Di nava van şert û mercên zordariyê de ev coş, tevlîbûn û berxwedan watedar bû."
'AKP'Ê JI BO SIYASETA XWE AGIRÎ VEGUHERAND LABORATÛARÊ'
Taşdemîr destnîşan kir, ku desthilatdariya AKP'ê bajarê Agirî ji bo siyaseta xwe veguherandiye laboraûarê û jê heye ku bêyî xizmetê bike dikare bi hêsanî dengan jê bigire. Taşdemîr anî ziman, têkoşîna ku li Agirî li dijî vê hat dayî bandor li tevahiya Serhedê kiriye û got, "Bêguman dîroka têkoşînê ya Agirî diyar e. Daxwaza ji Agiriyê berz dibe, roj bi roj mezin dibe. Hewl dan vê yekê bişikînin, lê berxwedana di Newrozê de derket holê ev planên wan ser û bin kir." Parlamenter Taşdemîr diyar kir, hemû saziyên fermî yên li Agiriyê weke partiyeke siyasî dixebitin, AKP ji aliyê siyasî ve li Agiriyê qediya ye û êdî kes nikare qala AKP'ê bike."
'EM BI BAWERIYEKE MEZIN DIXEBITIN'
Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê xebatên xwe yên referandûmê de ev agahî da: "Bi baweriyeke mezin kar tê kirin. Rêveberên me girtî jî bin, xebatên gel didomin. Gel ji me re dibêje, 'ne lazim e hûn bên, em karê xwe bi xwe dimeşînin'. Karekî kolektîf tê kirin. Li herêmê xebateke demokratîk tê meşandin. Her kes ji ber xwe ve bi erka xwe radibin. Her qehwe û mal vediguhere avahiyeke siyasî. Bi rêya medya civakî, li kolanan û li her derê gel hewl dide ambargoyê ji holê rake. Em niha diçin navçeyên xwe, em ê di nava çend rojan de biçin gundan. Em li bendê ne ku mîna 7'ê Hezîranê bi ser bikevin. Her kesên em silavê didin wan heman tiştî dibêjin: NA NA NA!"