Li Agiriyê HDP û DBP ligel muxtaran hevdîtinek kirin

Rêxistinên Bajêr ên Agiriyê yên HDP û DBP’ê hevdîtinek bi muxtaran re kirin. Di hevdîtinê de banga bihistyariyê li muxtaran hate kirin û hat ragihandin ku kesên serî li zext, fen û fûtan didin wê di 16’ê Nîsanê de bersiva xwe werbigirin.

Li Agiriyê rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê hevdîtinek bi muxtarên taxan re kirin. Hevdîtin li Otel Grand Cenasê hate kirin û parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Metîn Bîngol, Çalakvana TJA’yê û Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Xecê Şen, Parlementerê Serdema 25’emîn Mehmet Emîn Îlhan, Hevserokên HDP’ê yên Agiriyê Parêzer Olcay Ozturk û Yilmaz Dûrsûn, Hevserokên DBP’ê yên Agiriyê Naîle Bariş û Bahattîn Temel û endamên meclîsa bajêr û şaredariyê yên DBP’ê beşdarî hevdîtinê bûn.

BANG LI MUXTARAN HATE KIRIN

Hevseroka HDP’ê ya Agiriyê Olcay Ozturk bi bîr xist ku li Tirkiyeyê makezagon piştî darbeyan tên çêkirin û piştî derbeya 15’ê Temmûzê jî makezagona nû hate çêkirin û ji ber vê jî ev ne tiştekî meşrû ye. Ozturk bal bir ser muxtarbûnê û got kêşeyên civakî divê bi demokrasiya herêmî werin çareserkirin û saziya muxtariyê li vê derê girîngiyeke xwe ya mezin heye. Ozturk banga bihîstyariyê li muxtaran kir û got, “Em wekî partî me tedbîrên xwe girtine. Walî û kaymakam muxtaran tehdît dike. Pêkutiyê li ser vîna hilbijêran dike. Divê muxtar li hemberî vî tiştî bihistyar bin.”
Parlementerê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî ragihand ku, ji aliyê du partiyan tekstek tê ferz kirin û di vê tekstê de jî rêveberiya welat dikeve destê kesekî. Ozturk di dûmahîka axaftina xwe got ku, “Çareserkirina kêşeyan ne ev e ku raye têkevin destê kesekî. Divê raye werin parvekirin. Di vî warî de divê raye û derfeta muxtaran hebe.”

'WÊ HESAB BIDIN’

Ozturk got ku walî û kaymakam li ser muxtaran pêkutiyan dikin û got, “Gelo hûn walî û kaymakamên dewletê ne, yan jî yê AKP’ê ne? Hûn çima li ser gel ferz dikin da ku bibêjin ‘Erê’! Heke nêta we siyaset be îstîfa bikin û biçin di AKP’ê de bixebitin. Divê hûn pêkutiyê li ser îradeya hilbijêran nekin. Gefan li gel dikin. Pereyê piştgiriya 18 gundan, bi gefxwarina ‘Erê’ bloke kirin. Kesên ku zextê li ser gel dikin, fen û fûtan dixin nav referandûmê wê hesab bidin.”
Piştî axaftinan, endamên HDP û DBP’ê ligel muxtaran guftûgo kirin.