Li Ûrmiyê di dibistanekê de 5 jinên xwendekar bi jehrê ketin

Hat ragihandin ku li herêma Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê li dibistanekê 5 xwendekarên keç bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê.

Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, 7 meh in berdewam dike. Rayedarên hikûmetê bi armanca tepeserkirina xwepêşandanan hemû rê û rêbazan bikar tînin. Li welat bûyerên jehrî kirinê ku di demên dawî de li dibistanên ku zarokên keç perwerde dibînin, wek yek ji rêbazên tepeserkirina serhildanê ya dewletê tê îfade kirin. 

Vê carê jî 5 xwendekarên keç ên ku li dibistana keçan a Behman a bajarê El Neqda ya girêdayî wîlayeta Ûrmiyê bi jehrê ketibûn, rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyên herêmî, hat diyarkirin ku li dibistanê bêhna lastîka şewitî derketiye û xwendekarên ku bi vê bêhnê girtine gêjbûne, bi serêşî û zik êşiyê ketine.