Li Şirnexê hewldana êrîşa zayendî hate protestokirin

Êrîşa zayendî ya ku li Şirnexê çawişê pispor ê bi navê A.A li dijî zarokeke 13 salî kiribû, li Mêrdîn û Şirnexê hate protestokirin.

Meclîsa Jinan a HDP’e ya Mêrdînê ji bo şermezarkirina êrîşa zayendî ya ku li Şirnexê çawişekî pispor li dijî zarokeke 13 salî kiribû, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Li ser navê meclîsa jinan Adîle Konûş Kizilay axivî. Kizilay diyar kir ku ji ber hikumeta AKP’ê ser îstîsmarên zayendî digire, êrîşên îstîsmarê zêde dibe û got: “Îstîsmara li ser bedena jin û zarokan hatiye asteke zêde. Di êrîşên şîddet û tacîzê de ji ber polîtîkayên bêcezatiyê bingeha van êrîşan çêdibe. Divê bi civakî li dijî van êrîşan helwest were nîşandan.”

ŞIRNEX

Bi pêşengiya KESK’ê jî li pêşiya Egîtîm-Sen’ê daxuyanî hate dayin. Nûnerên saziyên wekî TJA, HDP, KESK û saziyên din ên civakî jî tê de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê girseyê Berdevka Serdemê ya KESK’ê Serap Ok axivî û got ku; “Kesên ku destên xwe yên qirêj ji ser zarokên me ranakin, divê bizanibin heta ku em hebin em ê nehêlin pêşeroja zarokên me tarî bikin. Me bi têkoşîna xwe ya heta niha diyar kir ku em ê nehêlin ser êrîşên şîdet, tacîz û tecawizê were girtin. Em diyar dikin ku em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin.”