Li Şirnexê dema 'qedexeyê' ya dagirkeran hate dirêjkirin

Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand. Herêm ji bo 15 rojên din hate 'qedexekirin'.

Walitiya Şirnexê ragihand ku li çiyayên Gabar û Cudî, li herêmên Besta û Kelamemê, Donmezler, Kovankay, Tehtareş, Husrevpaşa, Suhurpaşayayla, Încebeldaglari, Feraşîn, Altindaglari û Oymakaya yên ser bi Şirnexê ku talankirina xwezayê û operasyonên lê didomin weke "herêmên taybet a demkî" carek din hat qedexekirin. Ketin û derketina van deveran ji bo dema 15 rojan hat qedexekirin. Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku ev qedexe dê heta 28'ê îlonê bidome.