Li Şirnexê bi coşek mezin buroya hilbijartinê hate vekirin

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyan li navenda Şirnexê bi coşekî mezin boroya hilbijartinê ya HDP’ê hate vekirin û li Cizîrê jî serdana esnafan hate kirin.

Li Avahiyên Afet ên li taxa Bahçelîevler a girêdayî naveda Şirnexê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) buroya yekem a hilbijartinê vekirin. Di vekirina buroyê de namzetên HDP’ê Hişyar Osal û Nûrcan Alturk li gel Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz û sedan kes amade bûn. Beriya vekirina buroyê gel govend gerand. Di vekirina buroyê de jî tevlîbûna jinan û cil û bergên Kurdî yên li xwe kiribûn bal kişand.

Di boroya vekirinê ya bi coşek mezin hate kirin de namzeta HDP’ê Nurcan Alturk axivî û diyar kir ku wê aliyê çandî yê bajêr biparêzin û xizmeta gel bikin. Namzetê din Osal jî diyar kir ku ev hilbijartin li gorî yên berê xwedî bi wateyek cudatire û hêvî kir ku ev hilbijartin bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş jî axivî. Piştî axaftinan û şûnde buro bi çepik û coşeke mezin hate vekirin û bername bi gerandina govendê ve bi dawî bû.

CIZÎR

Namzetên Hevşaredariya Cizîrê ya HDP’ê Mehmet Zirgi û Bêrîvan Kûtlû û komeke qelebalix di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdanan esnafan kir. Nazetên şaredariyê yên li ser Rêya Nisêbînê serdana esnafan kir eleqeyek zêde nîşanî wan hate dayîn. Namzetên HDP’ê yên guh dan pirsgirêkên esnafan, li gel welatiyên dihatin û diçûn jî sobhet kirin.