Li Şirnexê 5 kesên din hatin girtin

Ji 35 kesên ku li Şirnexê di êrişên qirkirinê de hatibûn destgîrkirin 5 kesên din hatin girtin.

Li Şernexê di çarçoveya lêpirsîna “alîkariya darayî dane rêxistinê” ya 17’ê Mijdarê ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê pêkanîbû de 7 ji 35 kesên hatibûn destgîrkirin, îro piştî wergirtina îfadeya wan li Emniyetê ew sewqî edliyeyê kirin.

Fahrettîn Adiguzel, Azîz Bagdûr, Mûaz Îke, Îbrahîm Çavlak û Omer Kayar ên bi daxwaza girtinê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, bi îdiaya “alîkariya darayî dane rêxistinê” hatin girtin û Lokman Caner û Faysel Acar jî bo şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Yên hatin girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê.

Heya îro ji 35 kesên hatine destgîrkirin 8 hatine girtin û 4 jî serbest hatine berdan.