Li Şirnexê 2 kes hatin girtin

Ji 35 kesên ku li Şirnexê hatibûn destgîrkirin 2 kes hatin girtin.

Li Şernexê di çarçoveya lêpirsîna “alîkariya darayî ji bo rêxistinê” ya 17’ê Mijdarê ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê pêkanîbû de 3 kes ji 35 kesên ku destgîrkiribûn, piştî wergirtina îfadeya wan a li Emniyetê ew sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji wan ên sewqî edliyeyê hatin kirin Abdullah Eren û kesek din ku navê wî nehat zanîn piştî wergirtina îfadeya wan bi daxwaza girtinê sewqê dozgeriyê hatin kirin.

Eren û kesê din ku navê wî nehate zanîn bi hêceta “dabînkirina alîkariya darayî ji bo rêxistinê” hatin girtin û ew rakirin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Şirnexê. Cîndî Ozdemîr jî bi şertê kontrola edlî serbest hate berdan.

Lêpirsîna 32 kesên din ku bi rengê komên 3 kesî sewqî edliyeyê tên kirin didome.

Navê kesên hatinî destgîrkirin wiha ne: “Îdrîs Denîz, Îbrahîm Kartal, Fahrettîn Adiguzel, Mûaz Îke, Îslam Îke, Reşît Salgûcak, Mûstafa Anak, Sidik Kilinç, Feyzî Yilmaz, Nezîr Yilmaz, Îsa Yilmaz, Mahmût Ataman, Hasan Atak, Şukru Atak, Ahmet Atak, Enes Kulter, Emîn Îbren, Mûstafa Ûysal, Suleyman Goren, Besîm Katar, Îbrahîm Cavlak, Temer Ûlûg, Hazim Kayaalp, Osman Kûnûr, Abdûllah Eren, Suleyman Onûk, Osman Coşkûn, Levent Ercan, Lokman Caner, Faysal Acar, Cîndî Ozdemîr û 4 kesên din ku navê wan nehate zanîn.”