Li Şengalê roja 47'an a Konê Berxwedanê

Konê berxwedanê yê li Şengalê, ku ji bo xwedîderketina li Asayîşa Êzidxanê hate vedan, di roja 47'an de ye. Şengalî bi biryar in ku asayîşa xwe bi rêveberiya Bexdayê bide qebûlkirin.

Konê berxwedanê yê li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê, ku bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hate vedan, kete roja 47'an.

Her roj ji deverên cuda yên Şengalê, pêkhateyên herêmê tên binê konê berxwedanê û xwedî li asayîşê derdikevin.

Şengalî bi şev nobedê digirin û li ber êgir govendê digerînin, bi rojê jî li binê kon civînan û çalakiyên cihêreng li dar dixin.

Şengalî dibêjin, ew ne yên beriya fermanê ne, lewma kesên ku îradeya wan nas nekin, ew ê jî wan nas nekin.