Li Şengalê li dijî tecrîdê meş

Bi sedan xelkê Şengalê Ereb û Êzidî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û bang li saziyên mafê mirovan kirin ku li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bidin.

Li Şengalê bi sedan kes ji pêkhateyên Ereb û Êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe“ hatin berzkirin.

Meşa gel heya Çerxerêya Mam Zekî dewam kir. Livir gel li hev kom bûn û daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê serokeşîr Nayif Şemo ve hat xwendin. Şemo wiha got: “Di dema herî zehmet de Rêber Apo li Şengalê xwedî derket, em weke Êzidî, Ereb û hemû pêkhateyên Şengalê, divê xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derbikevin. Niha tu agahî ji Rêbertî nayê girtin, ev jî guman bimere dide çêkirin. Ji bo em karibin, agahî ji Rêber Apo bigrin, divê em her dinava çalakiyan de bin. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin, da ku demek zû de der barê rewşa Rêber Apo de agahî bidin û bi raya giştî re parve bikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.